Nîkê Hîlî dibe şêwirmenda nû ya Trump li Efxanistanê
Li gorî gotina çavkaniyên nûçan, Nîkî Hîlî piştî wêdeçûyîna ji posta balyoztiya Emerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wek şêwirmenda dewleta Trump li Efxanistanê dê xebatê bike.
Li gorî gotina malpera raghandinê ya Polîtîksê ya Emerîkayê, Nîkî Hîlîyê li hevpeyvîna duh bi nûçegîhanan re got: Ezê ji posta serokwezîrtiya Emerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wêde herim û bi zûtirkê posta şêwirmendiyê li Efxansitanê qebûl bikim.
Wê di dewamê de her wiha got: Ger çi xebitîna li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pir bi dilê min bû lê ez fikir dikim ku bi beşdariya xwe li warê şêwirmendiya şersalariya Efxanistanê jî dikarim şiyanên xwe nîşan bidim. Em divê bi zûtirkê şerê demdirêj ê Efxanistanê bi dawî bînin. Piştî weşandina vê nûçê hin rojnamên dijber, Nîkê Hîlî piştî kelanteriya Waşengtonê wek qesaba nû ya Emerîkayê li Kabulê bi nav kirin.
Nûça îstifaya Nîkî Hîlî, balyoza Emerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Sêşemiyê şevê bi awayekî nişkêveyî hat weşandin û sietekê nekişand ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê îstifaya wê qebûl kir.
Wêdeçûyîna Hîliyê li halekî bû ku li gorî rapora hin medyan heta Can Bolton şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Trump û Mayk Pompêo wezîrê karên dreve yê wî ji bihîstina wê ecêbgirtî man li halekî ku ev çavrêtiya hebû ku Hîlî daxwaza wêdeçûyîna xwe bide Bolton an Pompêo. Wê ji we çarşemiya buhurî nama îstifaya xwe rasterast bo Trump nivîsî û endamên din ên kabînê hevgavê eşkerebûna vê biryarê jê agehdar bûne.
Nûça îstifaya Nîkî Hîliyê rojekê piştî wê tê raghandin ku saziyeke li dijî gendeliyê ew tawanbar kiriye ku wê heft sefer bi balefirên lûks ên kesane kirine.
Firînên ku xerca wê rêberên pêşeyan li Karolînaya başûrî wek xelat qebûl kiribûn. Saziya `` welatiyên alîgirê berpirsiyarî û exlaqê`` li Waşentonê gotiye ku Nîkî Hîlîyê li raporeke eşkerekirina xercan, buhaya van firînan dehan hezar dular kêmtir ji reqema wê ya rastîn dabû zanîn.