Cotmeh 10, 2018 09:44 Asia/Tehran
  • Parlimana Ewropayê: Kuştina Xaşiqçî zêdetir ji nivîsarên wî îmaja Erebistanê reş kir

Serokê Komîteya Mafên Mirovan a Parlimana Ewropayê civaka cîhanê ji bo rawestandina peywendîyên digel dewleta Siûdî vexwend û got: Têrora Camal Xaşiqçî nivîskar û rojnamevanê rexnekirê rêjîma Siûdî zêdetir ji nivîsarên wî yên di warê binpêkirina mafên mirovan de, îmaja vê rêjîmê reş kir.

Pier Antonio Panzeri, Serokê Komîteya Mafên Mirovan a Parlimana Ewropayê, Xaşiqçî rojnamevanekî berevanê mafên mirovan bi nav kir û got: Erêkirina têrora wî yê dilgiranîyên Parlimana Ewropayê derheq rewşa mafên mirovan a li Erebistanê ji berê zêdetir bike.

Wî pêgirî kir ku Komîteya Mafên Mirovan a Parlimana Ewropayê rewşa mafên mirovan li Erebistanê ji nêzîk va dfişopîne û ji dewleta Rîyazê xwest ku zûka girtîyên sîyasî nemaze çalakên sivîl azad bike.

Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê, Federica Mogheriniyê jî duh xwest ku rayedarên siûdî lêkolîneke zelal derbarê kuştina Xaşiqçî rojnamevanê dijberê vê rêjîmê de bikin.

Xaşiqçî bi dû rexnekirina Mihemed Bin Selman welîehdê Erebistanê û rexnekirina destwerdana leşkerî ya Erebistanê li Yemenê, ji tirsa ku bi destê hêzên ewlehîyê yên vî welatî were girtinê, neçar ma sala buhurî terka Erebistanê bide.

Xaşiqçî di 2`yê Cotmehê de piştî seredana konsulxana Erebistanê ya li Istenbolê bêserûşûn bû û roja yekşemê jî hat ragihandinê ku meytê wî li devereke Istenbolê hat peydakirinê.

Navê Xaşiqçî di lîsteya girtîyan û kesên li ber taqîbê ya rêjîma Siûdî de bû.