Cotmeh 10, 2018 09:02 Asia/Tehran
  • Almanê dîplomatê îranî yê girtî radestî Beljîkê kir

Almanê dîplomatekî îranî ku bi tawana pûç a hewildana ji bo dannîa bombeyê li kombûna koma têrorîst a Munafiqînê girtibû, radestî Bêljîkê kir.

Brûksêlê di 30`yê Hezîranê de jin û mêrekî bêljîkî yên esilîranî bi tawana hewildana ji bo danîna bombeyê li kombûna koma têrorîst a Munafiqînê li Parîsa paytexta Fransayê girtin. Bêljîk agaştê dike ku dîplomatê îranî têkilî bi jin û mêrê hanê re hebûye.

Dozgerîya Almanê duh tevî ragihandina vê nûçeyê dîyar kir ku ew dîplomatê îranî yê roja çaşemê ango îro di civîna dadgehekê li Beljîkê de hazir bibe.

Ew kesana li gorî lêzanînên ku Sazîya Sîxorîyê ya Rêjîma Sîyonîst (MOOSAD) raber kirine, hatine girtinê, xwe jî tam di roja ku Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê diçû Ewropayê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf jî wekî berteka li hemberî girtina kesên hanê li peyameke tiwwîterî nivîsî ku hevgavîyeke zef balkêş e, hevgavê destpêbûna seredana serokê Komara Islamî ya Îranê ya Ewropayê opêrasyoneke îranî, aşkira dibe û cihînerên wê tên girtin.

Mihemedcewad Zerîf pêgirî kir ku Îran her cure şîdet  ûtêrorê li her dera cîhanê be, şermezar dike û ragihand ku Têhran ji bo hevkarîya digel rayedarên peywendîdar ji bo pêderxistina tişta ku tenê opêrasyoneke kirêt ji bo nîşandayîna nav û nîşaneke çewt e, amade ye.