Cotmeh 09, 2018 18:05 Asia/Tehran
  • New York Times:

Rojnameya New York Timesê kuştina rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî wek sembola hevkarî û hevdengiya serokomarê Amerîkayê bi dîktatoran ra da zanîn.

Vê rojnameya amerîkî li raporekê tevî amajeya bi sersariya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê û rayedarên din ên vî welatî li hemberî kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevanê dijberê Rêjîma Aklê Siûd, nivîsî: Amerîka êdî di rû da jî pişta nirxên Lîberal nagire.

Li vê raporê hatiye: "Mihemed Bin Selman welîehdê Erebistanê kujerekî hov e ku bi bêdengiya Trump cinayetên xwe didomîne, ji ber ku Trump bixwe jî ji hêla hesta quretîyê, dişibe serokên Rêjîma Siûdî".

New York Times her wiha didomîne: "Di dîroka Amerîkayê da tu serokomarekî bi qasî Trump ewqas pişta siûdiyan negirtiye".

Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê dewleta Erebistanê roja 2ê Cotmeha 2018an ji dema ku çû nav konsolxaneya vî welatî li Istenbûlê, wenda bûye.

Çavkaniyên mêdyayî yên Tirkiyê ragihandine ku Xaşiqçî li nav konsolxaneya Erebistanê hatiye kuştin û leşê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin.

Ev çalakê çapemeniyê yê rexnekirê Erebistanê sala bihurî piştî rexneya ji hin biryarên rayedarên Erebistanê û destwerdana leşkerî li Riyazê ji tirsa girtina xwe ji aliyê Rêjîma Alê Siûd va, revî derveyî vî welatî.

Bûyera wendabûna Cemal xaşiqçî rojnamevanê siûdî ku hela jî haya kes jê tune ka çi hatiye serê wî, serkutkirina rêjîma Alê Siûd li dijî rojnamevanan li Erebistanê xistiye qada mêdyayên cîhanê.