Cotmeh 09, 2018 17:28 Asia/Tehran
  • Teqeziya Rûsiyê li ser rola Îranê li warê têkoşîna dijî têrorîsmê li Sûriyê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir: Çekdarên îranî ji bo têkoşîna dijî têrorîsmê li Sûriyê ne û ji bo serkutkirina têrorîstan alîkariyê dikin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê ji arê malpera Wezareta karên derve ya Rûsiyê, Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Vêrşînîn derbarê nerihetiya Rêjîma Siyonîst ji hebûna Îranê li Sûriyê got: Çekdarên Îranê li Sûriyê li ser daxwaza dewleta qanûnî ya vî welatî çûne wir.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha got: Ev mijar bi caran hatiye ragihandin û divê careka din were teqezkirin, ji ber ku gellek girîng e.

Vêrşînîn her wiha derbarê hewildanên ji bo tawanbarkirina dewleta Sûriyê bi sûcê bikaranîna madeyên jehrî yên kîmyewî, got: Li vî warî da Moskoyê bi caran derbarê şerê propagandayî li dijî Sûriye û Rûsiyê ser mijara Idlibê hişyrî daye hemî aliyan.

Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên rawêjkariyê yên Îranê û piştgiriya Rûsiyê karî dosyeya koma têrorîst a DAIŞê li vî welatî girêde. Isral û Amerîka ji ber têkçûna têrorîstan li Sûriyê gellek dilgiran in.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.