Îlon 16, 2018 20:58 Asia/Tehran
  • Dilgiranîya Komsyona Ewropayê derbarê hikmên dijî Demirtaş û Under da

Seroka Komsyona Ewropayê got: Hikmên ku di 7`ê Îlonê de li dijî Selahedîn Demirtaş hevserokê berê yê HDP û Sirri Sureya Under nunerê berê yê Enqerê li parlimana Tirkîyê hatin dayînê, dilgirankir in.

Lîlîyan Maorî Paskoer seroka Komsyona Ewropayê li axavtinekê bal kişand ser rewşa zîndanîyên sîyasî li Tirkîyê û got: Rewşa em rewşa parlimanterên berê û niha yên girtî di zîndanên Tirkîyê de ji nêzîk va dişopînin. Hikma ku di 7`ê Îlonê de li dijî Selahedîn Demirtaş hevserokê berê yê HDP û Sirri Sureya Under nunerê berê Enqerê li parlimana Tirkîyê hate dayînê, wekî demajoya şopandina dosîyên din ên parlimanterên zîndanî yên HDP bi tawanên kiryarên têrorîstî em bi awayekî kûr dilgiran kirine.

Paskoerê got ku ji bo azadkirina parlimanterên nû û yên berê yên zîndanî li Tirkîyê em bi berpirsên Tirkîyê re muzakirê dikin.