Kêrî reftarên Trump li medya civakî rexne kir
Wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê cardinê îstifada berdewam a serokkomarê vî welatî ji medya civakî rexne kir.
Li gorî rapora malpera nûçan a Hîlê, Can Kêrî wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê, li bernama televîzyonî ya HBV`yê got: Donal Trump serokkomarê vî welatî pêkhateyeke kêm mînak ji kurikekî 8 salî ku hîn pê negihêştiye û sistî û bi stresbûna keçeke nûgîha ye.
Kêrî îstifada berdewam a Trump ji medya civakî rexne kir û bal kişand ser mesela mehkûmiyet û ragahndina hevkariya Pol Minafort serokê berê yê navenda hilbijartinê ya Trump tev Robert Mûlêr, çavdêrê taybet ê dosiya mudaxila Rûsiyê li hilbijartinên sala 2016an.
Wezîrê karên derve yê berê yê Emerîka cardinê destnîşan kir ku Trump serokkomarekî xirab e û eva rasitiyek e.
Kêrî bal kişand ser twîta Trump ku wî bi hevdîtina neqanûnî tev rayedarên welatên din piştî terikandina wezareta karên derve ya vî welatî tawanbar kiribû û got: Tu tişteke neasayî li bara hevdîtina dîplomatên berê yên welêt tev welatên din tine.
Kêrî çend rojan berî niha jî ,Trump ji ber derxistina Emerîka ji peymana av û hewayê ya Parîsê li Çilla 2017`an û her wiha derketina ji hevhatina navokî ya Îranê li meha Gulana 2018`an bi tundî rexne kiribû.