Îlon 16, 2018 11:11 Asia/Tehran
  • Berdevka Mogirîniyê: Em hewildanên xwe ji bo parastina hevkariya bi Îranê ra li pişkên girîng ên aborî didomînin

Berdevkê Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê got: Ev yekîtî hewildanên xwe ji bo parstina pêwendiya bi Îranê ra li pişkên girîng ên aborî ji wan niftê didomîne.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRIB Newsê, Maya Kûçiyançîk, Berdevkê Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê her wiha got: Beşeka van heqwildana ji bo pêkanîna dilniyayî li vî warî da ye ku kompaniyên ku bi awayê qanûnî bi Îranê ra danûstandina ticarî dikin an li vî welatî çalak in ``Çavkaniyên malî li ber destê wan hebe``.

Amerîkayê piştî derketin aji Lihevkirina Atomî di roja 8ê Gulana 2018an şerekî giştalî ji bo anîna zextê li ser Îranê bi rê xistiye.

Li vî warî da Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Duşemiyê, 6ê Tebaxê bi fermanekê hn boykotên neqanûnî yên vî welatî dijî Îranê vegerandin.

Trump piştra bi daxûyaniyekê careka din Lihevkirina At6omî wek Lihevikirineka Bitirs da zanîn û ragihand ku welatên ku pêwendiyên xwe yên aborî bi Îranê ra nebirin, dê bikevin ber tiştê ku wî wek ``Dûhatên giran`` da zanîn.

Trump li vê daxûyaniyê hewil da ku kompaniyên ewropî han bvide ji Îranê derkevin. Ev di rewşekê da ye ku Yekîtiya Ewropayê di heman rojî da anku roja 6ê Tebaxa 2018an  bi daxûyaniyekê tevî diyarkiirna mixabiniya xwe ji vegeriyana boykotên Amerîkayê, qala cihanîna qanûnên Berbendçêker ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê kir û destnîşan kir ku ji bo parastina kanala malî ya bibandor digel Îranê û dewama firotina nift û gaza Îranê hewil dide.

Derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî tûşî rexneyên berfireh di asta cîhanî da bûye.