Îlon 16, 2018 10:53 Asia/Tehran
  • Li Fîlîpînê bahozê 16 kes kuştin

Bahoza bihêz û giran a Menghûtê ku roja Şemiyê bi lezeka derdora 330 Kîlomitr di saetê da ji navçeyên bakurî yêîn Fîlîpînê derbas bû, herîkêm bû sebeba kuştina 16 kesî.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Derdora 87 hezar kes ji rûniştiyên navçeyên li ber ziyanê yên Fîlîpînê jî heta niha malên xwe terikandine.

Karzanên texmîn kiirne ku vê bahozê gellek ziyan pêk anîne.

Li gorî pêşbîniyan pênc miliyon fêîlîpînî li ser riya vê bahozê ne.

Li pey qewimîna vê bahozê ku herîkêm 150 firrînên firokeyan ji wan sê yekê firrînên navneteweyî rawestandin û bû sebeba rawestandina operasiyona veguhestina deryayî li Fîlîpînê, sefera Wang Yî wezîrê karên derve yê Çînê ku biryar bû îro anku Yekşemiyê seredana Fîlîpînê bike, hat paşdaxistin.

Ev bahoz ber bi Çînê va li halê pêşdaçûnê ye.