Îlon 13, 2018 19:20 Asia/Tehran
  • Pûtîn li meqera meşqa mezin a Rûsiye û Çînê amade bû

Serokkomarê Rûsiyê bi amadebûna li cihê lidarxistina meşqa mezin a Vostok-2018`an teqez kir ku Rûsiye xurtkirina hêzan û kelûmelên xwe yên eskerî bona berevaniya ji hakimiyet û yekperçetiya erdê vî welatî û hevpeymanên wê didomîne.

 Li gorî rapora Fars New`sê, Vlademîr Putin, serokkomarê Rûsiyê, îro bona çavdêriya pêvajoya lidarxistina meşqa mezin a Vostok a 2018`an li cihê lidarxistina vê meşqê amade bû.

 Fermandê gişt hêzên Rûsiyê dema seredana qonaxên  lidarxistina meşqa herî mezin a dîroka vî welatî piştî Soviyeta  berê destnîşan kir ku Rûsiye dê xurt û bihêzkirina hêzên xwe yên çekadr bidomîne ku ew bikaribin berevaniya hakimiyeta vî welatî û piştgiriya hevpeymanên xwe bikin.

 Li gorî vê arporê, Pûtîn her wiha got: Eva erka me li hember welatê me ye ku bona berevaniya ji hakimiyet, ewlehî û berjewendiyên neteweyî ya wê û ger pêdivî be bona berevaniya ji hevpeymanên xwe amade bin.

 Serokomarê Rûsiyê her wiha got: Vêca em ê xurtkirina hêzên xwe yên çekdar û pergalkirina wan bi modelên herî teze yên çek û sîleh û teknolojiynan bona berfirehkirina hevkariyên eskerî yên navneteweyî bidomînin.