Tebax 10, 2018 11:26 Asia/Tehran
  • Hişyariya Rûsiyê derbarê boykotên Amerîkayê dijî Îranê

Berdevka Wezareta Karên derve ya Rûsiyê sepandina dubare ya boykotan ji aliyê Amerîkayê li dijî Îranê bê encam û li ser ziyana navçeyê da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevka Wezareta Karên derve ya Rûsiyê, Mariya zaxarovayê roja Pêncşemiyê li civîna xwe ya hefteyî ya çapemeniyê bal kişand eser vê yekê ku destpêbûna dubare ya boykotên Amerîkayê dijî Îranê dê bê encam be, got: Am,erîka derbarê Lihevkirina Atomî ya navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar li dijî xwestek û helwêstên gellek welatan tevgeriya.

Mariya Zaxarovaya Berdevka Wezareta Karên derve ya Rûsiyê got: Ev boykot tenê nixûmandinek ji bo safîkirina hisabê yên Amerîkayê digel hin welatan e ku kêfa wî ji wan nayê û Amerîka bi vî karî di rastiylê da dixwaze pêşiya welatên ewropî bigire ku bi Îranê ra nekevin danûstandinê.

Berdevka Wezareta Karên derve ya Rûsiyê got: Derketina Azmerîkayê ji Lihevkirina Atomî li gorî berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê nebû, belkî daxwaza komeka biçûk li Amerîkayê bû ku ji bo serêxwegirtina vê mijarê lobî kiribûn.

Wezareta karên derve ya Rûsiyê jî pêştir bi dayîna daxûyaniyekê derbarê vegeriyana boykotêmn Amerîkayê dijî Îranê ragihandibû ku Mosko hemî karên lazim ji bo parastin û cihanîna tam a Lihevkirina Atomî dê pêk bîne.

Bi cihanîna dora yekem a boykotên dijî Îrqanê yên Koşka Sipî di 7ê tebaxa 2018an da, hevpeymanên ewropî yên Waşîngtonê ragihandine ku pêwendiyên xwe yên aborî bi Îranê ra didomînin.

Trumpê serokomarê Amerîkayê berêvara Duşemiyê bi fermanekê hin boykotên neqanûnî yên vî welatî dijî Îranê vegerandin.

Serokomarê Amerîkayê piştra li daxûyaniyekê careka din ragihand ku Lihevkirina Atomî lihevkirina ``Bitalûke`` ye û ragihand ku welatin ku pêwendiyên xwe yên aboriyê bi Îranê ra nebirrin, dê bikevin ber tiştê ku wî wek ``Dûhatên Giran`` da zanîn.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî  û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî bertek û şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Bi awayekî ku Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên din ên Rêketinameya Atomî ya digel Îranê destnîşan kirine ku pişta vê lihevikirinameya navneteweyî digirin.