Yekitiya Ewrûpayê dagirkirina erdên Filistînê bi fermî nas nake
Berdevka berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê got ku ev yekitiya hakimiyeta Rejîma Îsraîlê ser erdên dagirbûyî yên sala 1967`an bi fermî nas nake.
Li gorî rapora Russia Al-Yewmê, Maya Kotsiyançîç, berdevka Federîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê li bara kiryara Senaya Îrlendê ya pejirandina reşnivîsa qanûna boykota kelûmelên berhemanîna bajarokên siyonîstî jî got: Em pêvajoya qanûnîya vê reşnivîsê dişopînin.
Senaya Îrlendê, çarşemiya buhurî li çarçoveya piştgiriya ji gelê Filistînê, reşnivîsa qanûna boykota kelûelên berhemhatî li bajarokên siyonîstnişîn ên kêleka rojava ya çemê Urdinê bide pejirandin.
Vê kiryara Senaya Îrlendê, siyonîst hêrs kirin.
Rejîma siyonîst tevî biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi piştgiria Emerîkayê çêkirina bajarokên siyonîstî li erdên dagirbûyî didomîne.
Saziyên sivîl û zanîngehî li Ewrûpa û Emerîkayê li salên buhurî bi awayekî berfireh dest bi boykota kelûmelan û berhemên bajarokên siyonîstî kirine.