Tîrmeh 13, 2018 19:11 Asia/Tehran
  • Trump plana serokwezîra Ingilîsê ya Brexîtê rexne kir

Serokomarê Amerîkayê dema giheşe Ingilîsê, plana serokwezîra vî welatî ya têkildarî Brexîtê rexne kir û got ku ev plana xîyaneta li hemberî dengderên ingilîsî bû û heke cih were, li gorî ihtimalê dê peywendîyên ticarî yên girîng ên Ingilîs û Amerîkayê bi dawî bîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Donald Trump serokomarê Amerîkayê ku piştî civîna serokên NATO`yê ji Birûksêlê derbasî Londonê bû, li hevpeyvîna digel Rojnama Sun a Ingilîsê got: Cihanîna plana qaşo Brexîta Nerm li gorî ihtimalê dê rêketinama ticareta azad ji nav bibe û peywendîyên ticarî yên Amerîka û Ingilîsê jî kuta bike.

Trump got ku berî vîya hin temî têkildarî Brexîtê dane Theresa May`ê lê wê guh nedaye wan.

Trump têkildarî mijara koçberîyê li Ewropayê jî got: Eva ku welatên ewropî rê dane koçber li vê parzemînê bi cih bibin, sedema şerêm ye.

Trump şeva buhurî li Qesra Bêlinhayim li Oxford Shayerê li mêvandîra fermî ya serokwezîra Ingilîsê pişkdar bû.

Taxima Trump bi helekoptêrê çû Qesra Bilinhayimê û komên nerazî jî bi pankardên ku ser wan hatibû nivîsînê `` Trump tu bi xêr nehatî`` ser rêya wî nerazîbûna xwe nîşan dan.

Serokomarê Amerîkayê li seredana Londonê ji bo ku pêrgî nerazîbûnê tund ên dijberên xwe nebe, ji bo hevdîtinên xwe li Londonê, helekoptêrê bi kar tîne.

Neyar û rexnekirinê sîyasetên serokoamrê Amerîkayê planên berfire ji bo lidarxistina xwenîşandanên nerazîbûnê dema seredana wî bo Londonê organîze kirine.

Neyarên Trump ji îro ve xwenîşandanên xwe li London û Skotlandê destpê kirin. Hejmareke zêde ya neyarên Trump jî li nêzîkî Parka Regent a Londonê û derdora balyozxana Amerîkayê civîyan.