Tîrmeh 13, 2018 18:42 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê ji bo piştgîriya ji filistîniyan xwenîşandan hate lidarxistin

Welatiyên Amerîkayê bona dijayetiya bi plana Danûstandina Sedsalê û piştgîriya ji xelkê Filistînê li Waşîngtonê xwenîşandan li dar xistin.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Waşîngtonê, çalakvanên dijê şerr bona nîşandayîna nerizamendiya xwe ya li hember plana ser navê Danûstandina Sedsalê, li ber mala Cirad Koşnêr, zavayê Donald Trump, serokomarê Amerîkayê kom bûn.

Plana amerîkî ya Danûstandina Sedsalê ku rejîma Erebistanê li dû sepandina wê ye, tê wateya ji navbirina Filistîn, Quds, dayîna meşrûiyet û rewatiyê li Siyonîstan û devberdana ji mafê vegerê ya filistîniyan e.

Ragihandina Danûstandina Sedsalê, sedema matmayîbûnê nîne û rewş bi awayekî ye ku hin Ereb ji îsraîlî, brîtanyayî û amerîkiyan zêdetir, hes dikin ku ev plana cih were.

Pişkên veşartî yên Danûstandina Sedsalê, êdî aşkera bûye û tevî ku hin ereb navbeynkarê cihatina vê danûstandina rezîl in lê bi mîlyonan misilmanên bihêr, dijî vê danûstandinê ne.