Tîrmeh 13, 2018 18:00 Asia/Tehran
  • Li Çînê karistaneka madeyên kîmyayî teqiya û 19 kes hatin kuştin

Di encama teqîna li karistaneka madeyên kîmyayî li parêzgeha Sîçwanê li başûrê rojava ya Çînê de bi dehan kes hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, polîsê Çînê ragihand ku di encama vê teqîna ku şeva buhurî li karistana kîmyayî ya Hengdayê li parka pêşeyî ya bajarê Yîblînê li parêzgeha Sîçvanê de qewimî, herîkêm 19 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina polîsê Çînê, ji ber berfiehbûna şewatê, hêzên agirwemirandinê sibeha îro karîn ku êgir wemirînin.

Hîn sedema vê teqînê nehatiye ragihandin.

Kompaniya Hengdayê para zêde berhemên kîmyayî berhem tîne.