Tîrmeh 12, 2018 13:30 Asia/Tehran
  • Trump: Bila Endamên NATOyê bûdca xwe ya leşkerî du qatan zêde bikin

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji welatên endamên NATOyê re pêşniyar kir ku ji bo dabînkirina bûdca NATOyê para xwe du qatan zêde bikin.

Li gor rapora IRNAyê, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump li civîna serokên welatên endam ên NATOyê li Brukselê de  pêşniyar da welatên endamên vê saziyê ku bûdca xwe ya leşkerî ji bo NATOyê ji sedî 2 ya Berhemanîna Nesafî ya navxwe bigihînin sedî çar.

Eva di rewşekê de ye ku Trump herdem ji welatên Ewropî bi taybetî Almanyayê rexne dike ku para bûdca xwe ya xercên NATOyê ku sedî 2 ya Berhemanîna Nesafî ya navxwe ye bi dirustî nadin.

Trump herdem ragihandiye ku Amerîkayê zêde ji her welatekî endam ji NATOyê re xerc kiriye û divê welatên endam para bûdca xwe ji vê saziyê re zêde bikin û para Amerîkayê divê kêm bibe.

Serokomarê Amerîkayê li hevdîtina sekreterê giştî yê NATOyê bi şidet ji Almanyayê rexne kir û got Almanya bi milyardan dolar enerjiyê ji Rûsyayê dikire û li vê rewşê de Amerîka divê milyardan dolar ji bo ewlehiya Almanyayê li hemberî Rûsyayê xerc bike.

Dijberiya navbera Amerîka û welatên din ên endamên NATOyê siya xwe avêtiye ser civîna 30`yem a vê saziyê li Brukselê ku îro ew kutayî pê tê.