Tîrmeh 11, 2018 13:43 Asia/Tehran
  • Pempeo îdiayên xwe yên dijî Îranê dubare kirin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li hevdîtina xwe ya Sêşemê tev welîehdê Mîrnişînên Erebeî (Imarat) li Ebûu Zebiyê careka din îdiayên xwe yên dijî Komara îslamî ya Îranê dubare kirin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Mayîk Pempeo Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li hevdîtina xwe ya sêşemê tev Muhemed Bin Zayêd Alê Nehyan welîehdê Mîrnişînên Erebeî li Ebu Zebiyê carek din bi îdiayên xwe yên derew Komara îslamî ya Îranê bi xirabkarî li navçê tawanbar kir û ser pêwîstiya hevkariya welatên erebî yên derûdora Kendava Farsê bona sekinîna li hemberî xebatên navçeyî yên Îranê pêgirî kir.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li halekî Komara îslamî ya Îranê tawanbar dike  ku Îranê hertim roleka sereke li pûçkirina pîlanên Rejîma Alê Seûd, Mîrnişînê Erebî û Amerîkayê li navçê hebûye û heye.

Îranê bona sekinîna li hemberî grûpên terorîstî yên nav axa Sûriyê û Iraqê ku Amerîka û hevalbendên wî welatî hertim piştevaniya van terorîstan kirine, ser daxwaza dewletên Bexda û Şamê alîkariyên musteşarî daye van welatan ku Amerîka û hevalbendên xwe qet ev yeka nedixwestin.