Hezîran 12, 2018 15:19 Asia/Tehran
  • Amerîkayê di warê raberkirina garantîyên ewlehîyê bo Koreya Bakur de soz da

Li rêketinama ku serokomarên Amerîka û Koreya Bakur wajo kirin, Amerîkayê soz da ku garantîyên ewlehîyê raberî Koreya Bakur bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Donald Trump û Kîm Cûng Ûn îro li hevdîtina xwe li Sengapûrê, rêketinama hevkarîyê wajo kirin ku li gorî wê, her du alîyan di warê danîna peywendîyeke nû li gorî daxwaza gelên her du welatan ji bo aştî û rehetîyê soz dan. 

Li vê rêketinamê, rayedarên Amerîka û Koreya Bakur lihev kirin ku ji bo pêkanîna aştîyeke mayinde li nîvgrava Koreyê hewil bidin.

Koreya Bakur herwiha soz da li gorî daxûyanîya 27`ê Nîsana sala 2018`an dest bi jiçekirina atomî ya nîvgrava Korê bike.