Dewama nerazîbûnên li hember cinayetên Rejîma Siyonîstî
Hindistan, Fîlîpîn, Holanda, Fransa bûn meydana xwenîşandana li dijî cinayetên Rejîma Siyonîstî. misilmanên Kargîla Hindistanê bona protestokirina cinayetên Rejîma siyonîstî li dijî xelkê mezlûm ê Filistînê xwenîşandan birê xistin û agir berdan peykera Trump û Nêtanyahû
Çavkaniyên nûçan li Fîlîpînê jî li bara lidarxistina xwenîşandanê li Manîla paytexta vî welatî bona protestokirina kuştina filsitîniyan ji aliyê eskerên siyonîstî va agahî dan.
Xwenîşanderan bi avêtina hin sloganên mîna Emerîkaya empiryalîst, terorîstê hejmara yekê yê cîhanê, û rakirina hin plakardan bona şermezarkirina kuştina filsitîniayn li ber balyozxana Emerîkayê li Manîlê civiyan. Neraziyan her wiha agir berdan alayên Emerîka û Îsraîlê.
Xwenîşandana dijî siyonîstan ji bo azadiya Filistîna dagirbûyî li paytexta Holandayê jî hat lidarxistin.
Li gorî rapora Anadolu News`ê, Tevgera boykota Îsraîlê roja sêemiyê li ber konslxana Emerîkayê li bajarê Amêstrdamê xwenîşandanek ji bo berevaniya ji gelê Filistnê li dar xist.
Duşemiya buhurî, 14 Gulanê, hevgavê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa dagirbûyî û li saya bêdengiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, eskerên Rejîma Siyonîstî zêde ji 60 filistînî ji wan 8 zarok bi derba gullê şehîd kirin û nêzîkî 3 hezar kes jî birîndar kirin.