May 17, 2018 17:46 Asia/Tehran
  • Paşdevekişyana Emerîkayê li hember Koreya Bakur

Dewleta Emerîkayê ji helwêstên xwe li hember Koreya Bakur li bara lidarxistina meşqa hevpar tev Koreya başûr paşde vekişya.

 Li gorî rapora IRNAyê, piştî hişyariya  Koreya Bakur derheq hitmala  îbtalkirina  hevdîtina  rêberê vî welatî tev serokkomarê Emerîkayê li meha tê, Waşengtonê ragihand ku bomberêjên  atomê yên vî welatî li meşqa  hewayî bi Koreya  başûrî beşdariyê nakin.

 Ev paşdevekişyana  Waşengtonê di rewşekê de diqewime ku Koreya Bakur teqwez kiribû ku lidarxistina  meşqa hanê gef dizane û ev mijara dikare  bibe sedema  venihêrîna  vî welatî li bernama  lidarxistina  hevdîtina  rayedarên  her du welatan li Singapûrê li roja 12  Hezîranê .

 Raporên  medyayî nîşan dide bi derbasbûna  nêzîkî hefteyekê ji destpêbûna  vê meşqê, heya niha  tu nîşanek ji bomberêjên  emerîkî têde diyar nebûye.