May 17, 2018 17:44 Asia/Tehran
  • Amerîkayê gef xwar ku renge plana boriya veguhestina gazê navbera Rûsiye û Almanyayê boykot bike

Rayedarekî Wezareta Karên derve ya Amerîkayê ragihand ku plana avakirina boriya veguhestina gazê navbera Rûsiye û Almanyayê ji ber fukarên ewlehiyê renge bikeve bin boykotên Amerîkayê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Associated Pressê, Sandra Ûdkêrk, Dîplomatê Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja Pêncşemiyê ragihand ku Waşîngton li dijî plana avakirina boriya gazê navbera Rûsiye û Almanyayê bi navê Nord Strîm 2 ye ji ebr ku ev kiryar li gorî îdiaya Amerîkayê dê bandora Rûsiyê li Ewropayê zêde bike.

Dîplomatê Wezareta Karên derve ya Amerîkayê got: Avakirina vê boriyê dê bibe sebeba veneguhestina gaza Rûsiyê ji riya Okraynê bo Ewropayê.

Ev di rewşekê da ye ku Okrayn palpişt bi derhata veguhestina gaza Rûsiyê bo Ewropayê ye.

Ûdkêrk got: Avakirina her cûre boriyê dê bi awayekî berbiçav bikeve ber xetera boykotên Amerîkayê.