May 17, 2018 17:13 Asia/Tehran
  •  Nihêrîna bêencam a Yekitiya Ereban li hember Filistînê

Dîplomatê berê yê Misrê, nihêrîn û kiryarên Yekitiya Ereban li hember Filistînê bêencam da zanîn.

 Ehmed Mehmûd, dîplomatê berê yê Misrê li hevpeyvîna bi Sputnik`ê re li bara civîna  awarte  ya Yekitiya Ereban jibo hilkolandina  rewşa Gazayê û guhestina  balyozxana  Emerîkayê bo Qudsê got: ``Encamên vê civînê  dê hema li asta  şermezarkirina devkî ya Rejîam Siyonîstî be û dê bêfeyde be``.

 Dîplomatê berê yê Misrê got ku  ``Yekitiya Ereban dikare  liv û tevgerên cidîtir  li hember kiryara vê dawiyê ya Emerîkayê li Qudsê hebe ger çi ev kiryar mane derengiyê``.

 Yekitiya  Ereban roja  çarşemiyê  di asta nûnerên  dayim ên welatên endamê vê yekitiyê li bara hilkolandina  alûgurên Filistînê civîn pêk anî.

 Biryar e  civîna  awarte ya  Yekitiya Ereban li asta wezîrên karên derve  jî li bara Filistînê û Qudsê îro pêncşemiyê li Qahirê were lidarxistin.

 Dewleta Emerîkayê jî duşemiya vê heftiyê balyozxana xwe ji Telavîvê guhest Qudsê ku ev kiryara  li dijî qayîde û qirarên  navneteweyî, bû sedema nerazîbûna  xelkê Filistînê.

Eskerên Rejîma  Siyonîstî bi serkutkirina  vê  nerazîbûna  bi aşitî filistînîniyên  sivîl li Gazayê dan ber  gullan ku li encama wê zêde ji 60 filistînî şehîd bûn û nêzîkî 3000 kes jî birîndar bûn.