May 17, 2018 17:10 Asia/Tehran
  •  Hişariya Tîlêrson li bara krîza exlaqî li Emerîkayê

Wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê sergirtî bal kişand ser Donald Trump û qeyrana exlaq û sedaqetê li jiyana emerîkiyan bi tundî rexne kir.

 Li gorî rapora Reuters`ê, Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê berê yê Emerîkayê roja çarşmiyê li xwendingeha leşkirî ya eyaleta Vîrcînyayê rasterast navê Donald Trump nebir lê hişyarî da ku qeyrana  sedaqet û exlaqê, gef li demokrasiya Emerîkayê xwariye.

 Tîlêrson got ku rêberên Emerîkayê li dû weşartina  rastiyan in û di vê rewşê de welatiyên emerîkî ketine riya  devberdana ji azadiyê.

  Eva yekim axiftina  eşkere ya Tîlêrson ji dema  wêdebirina wî ji posta  Wezareta derve û kutakirina  beşek ji pirsgirêkên siyasî tev koşka sipî tê hesabê.

Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ji dema  bi desthilatbûnê bi caran axiftiye an hin  mijar twît kirine ku ne li gor rasitiyê ne.