Rexneya tund a serokê Konseya Ewrûpayê ji siyasetên Trump
Serokê konseya Ewrûpayê siyasetên serokkomarê Emerîkayê daxwaza xweseriya Yekitiya Ewrûpayê ji Waşengtonê kir.
Li gorî rapora Fars Newsê, roja çarşemiyê li axiftineke bêmînak, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê wekî dostê xirabtir ji dijmin da zanîn û got: Biryarên wî bûne sedem ku Ewrûpa ji vê xewn û xeyalê ku dikare ji Emerîkayê alîkariyê werbigre, derkeve.
Serokê konseya Ewrûpayê bereberê hevdîtina îro çarşemiyê ya rayedarên Yekitiya Ewrûpayê li bajarê Sûfiyê paytexta Bulxaristanê li twîterê nivîsî ku bi nihêrîneke li biryarên vê dawiyê yên Donald Trump dikarin bighêjin vê encamê ku bi hebûna hevalên wisa, êdî me hevceyî bi dijmin tine.
Task pêştir jî li hevdîtina bi Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî biryara Emerîkayê ji bo derketina ji hevhatina navokî rexne kiribû û gotibû ku cîhan divê li bara parastina rêketinnama navokî yekitiyeke siyasî û viyaneke zêdetir nîşan bide.
Biryar e li civîna îro ya rayedarên Yekitiya Ewrûpayê alternatîvên Ewrûpayê bo parastina hevhatina navokî were hilkolandin.
Îranê destnîşan kir ku dê bi şertekê li rêketinnama navokî bimîne ku Ewrûpa berjewendiyên aborî yên Îranê ji vê hevhatinê garantî bike.