Mêrkêl: Şerê Sûriyê bêyî Rûsiye, Îran û Tirkiyê, çareser nabe
Serokwezîra Almanyayê teqez kir: Şerê Sûriyê bêyî beşdariya Rûsiyê, Tirkiyê, Îran û qawetên din ên navçeyî dê çareser nebe.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Sputnikê, Engêla Mêrkêl serokwezîra Almanyayê roja çarşemiyê li parlemana vî welatî li bara qeyrana niha li Sûriyê got: Pevçûnên li Sûriyê berfirehtir bûne û nikare bêyî beşdariya Rûsiyê, Tirkiyê, Îran, û Ewrûpayê û qawetên din ên navçeyê çareser bibe.
Mêrkêlê her wiha got: Şerê navxweyî yê Sûriyê û rawestana li ber terorîzmê bûye minaqişeyeke navçeyî ya mezin ku tenê dikare bi beşdariya qawetên navçê ji wan Rûsiye, Tirkiye, Îrrn, Erebistan, Urdin û Ewrûpayê kata bibe.
Wî li pişkeke din ji gotinên xwe bala xwe da ser derketina Emerîkayê ji hevhatian navokî bi Îranê re û got ku ger çi ev hevhatina îdeal nîne, lê wêdedanîna wê şaş e.