May 16, 2018 17:46 Asia/Tehran
  • Ban Ki Moon vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî rexne kir

Sêkrêtêrê giştî yê NY yê berê got ku vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, peyameke xirab têkildarî pêbawerîya li Amerîkayê hebû.

Sêkrêtêrê giştî yê NY yê berê li hevpeyvîna digel kanala nûçan a CNN`ê pêgirî kir ku vekişîna dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê bandoreke xirab li hitbar û pêbawerîya li vî welatî kir.

Ban Ki Moon got ku Amerîkayê bi vî karî ``peyameke xirab`` daye Koreya Bakûr.

Sêkrêtêrê giştî yê NY yê berê herwiha got: Yekem pirsa ku renge Kîm Cong Ûn serokê Koreya Bakûr hebe ew e ku gelo mirov dikare pêbawerîyê li serokomarê Amerîkayê bike?

Donald Trump di 8`ê Gulanê de bi dubarekirina buxtanên dijî Îranê, vekişîna Waşîngtonê ji rêketinama navokî û vegerandina boykotên navokî mideha 3 heta 6 mehên bê de ragihand.