Koreya Bakur li bara betalkirina hevdîtian rêberê vî welatî tev Trump hişyarî da
Koreya Bakur wek berteka li hemberî meşa şêrr a hevpar navbera Amerîka û Koreya Başûr qala hitmala betalkirina hevdîtian rêberê vî welatî tev serokomarê Amerîkayê ji ber kiryarên handêr ên Amerîkayê li navçeyê kir.
Ajansa nûçeyan a Reuetrsê ji zarê ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur ragihnd: Piyong Yangê gef xwariye ku wek berteka li hemberî lidarxistina meşa şêrr a hevpar navbera Koreya Başûr û Amerîkayê, hevdîtina plandarêştî ya Kîm Cong Ûn, rêberê vî welatî û Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê dê betal bike.
Li gorî vê raporê, Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur ragihandiye ku vê meşqa şêrr a hevpar a Koreya Başûr û Azmerîkayê tevî baştirbûna pêwendiyên du koreyan karekî handêr ji bo aştî û aramiya Nîvgirava Koreyê dizane.
Vê çavkaniya nûçeyan a her wiha ragihand ku piyong Yang li gorî meşqên şêrr ên hevpar navbera Amerîka û Koreya Başûr, gotûbêjên di asta jorîn digel Koreya Başûr ku ji bo roja çarşemiyê (îro) hatibû plandarêştin, betal dike.
Heftiya bijhurî piştî weşandina hin raporan li bara lidarxistina meşqa şêrr a hevpar navbera Amerîka û Koreya Başûr li navçeyê, Piyong Yangê li bara pêşeroja gotûbêjên rêberê vî welatî digel Amerîkayê hişyarî dabû.