May 16, 2018 12:09 Asia/Tehran
  • Gefa Koreya Bakur dijî Amerîkayê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Koreya Bakur ragihand: Heke Piyong Yang ji bo wêdadayîna "Yekalî" ya bernameya xwe ya navokî ji aliyê Amerîkayê va bikeve ber zextê, dê hevdîtian serokên du welatan betal bike.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya ajansa nûçeyan a Koreya Bakur, Kîm Kiwan, Alîkarê wezîrê karên derve yê Koreya Bakur got: "Gotûbêjin ku Amerîka têda bixwaze bi awayê yekalî Piyong Yangê neçar bike ambara xwe ya navokî wêda dayne, ji bo Koreya Bakur balkêş nine".

Alîkarê wezîrê karên derve yê Koreya Bakur ji waşîngtonê xwest ku bi Piyong Yangê ra "Bi rastbbêjî muzakire bike" da ku "Bersivên Munasib" jî werbigire.

Koreya Bakur her wiha "Wek nerazîtiya li hemberî destpêbûna temrîna şêrr a Amerîka û Koreya Bakur" gotûbêja desteya pileberz a siyasî digel Koreya Başûr ku biryar bû îro anku Çarşemiyê di asta wezîran da were lidarxistin, betal kir.