May 16, 2018 10:16 Asia/Tehran
  • Civîna bê encam a Konseya Ewlehiyê derbarê Filsitînê

Civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê li bara Filsitînê Sêşemiyê bi şev bêyî tu encamekê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê bûyerên vê dawiyê li Filsitînê pirranuiya endaman daxawza lêkolîna zêdetir li bara kuştina vê dawiyê ya Filsitîniyan bi destê Rêjîma Siyonîst kirin.

Naveroka pêşnivîsa biryarnameyekê li vî warî da jî biryar e îro anku çarşemiyê bikeve ber destê endamên Konseya Ewlheiyê.

Li vî halî, Nîkolay Mladênov, hevahengkirê NY li warê Rojhilata navînê li vê civînê ji Rêjîma Israîlê û Misrê xwest ku rwşê ji bo derketina welatiyên filsitînî yên birîndar ji Xezeyê dabîn bikin.

Nûnerê Kuwêytê li Konseya Ewlehiyê jî li axaftina xwe karê Rêjîma Siyonîst ê şehîdkirina hejmareka welatiyên filsitînî li Xezeyê şermezar kir û ew li dijî qanûnên navneteweyî da zanîn.

Tevî vê yekê Nîkî Hîlî, Nûnera Amerîkayê li NY jî tevî piştevaniya ji cinayeta Rêjîma Siyonîst a kuştina filsitîniyan, îdia kir ku Hemas hokara tundî û şidetê li navçeyê ye.

Bi dehan hezar welatiyên filsitînî roja Duşemiyê bi nîşana nerazîtiya li hemberî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsa dagirkirî û heftiyemîn salvegera dagirkirina Filsitînê li sînorên rojhilata Xezeyê meşek li dar xistin.

Dewleta Amerîkayê roja Duşemiay vê heftiyê li bêdengî û sersariya rêxistinên dawakarê mafên mirovan û NY, balyozxaneya xwe ji Til Avîvê veguheste Qudsê ku ev kar tûşî nerazîtiya berfireh û seranserî ya gelê Filsitînê bû.

Her wiha ji ber êrîşên bi hovîtî yên siyonîstan dijî neraziyên filsitînî 59 kes ji wan zarokekî heşt mehî şehîd û derdora sê hezar kes jî birîndar bûn.