May 16, 2018 09:49 Asia/Tehran
  • Mogirînî: Em bibiryar in ku Lihevkirina Atomî biparêzin

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê Sêşemiyê bi şev gotûbêjên Broksêlê derbarê Lihevkirina Atomî ya digel Îranê bi amadebûna wezîrên karên derve yên Brîtanya, Almanya, Frasna û Îranê erênî da zanîn û got: Em bibiryar in ku Lihevkirina Atomî ya digel Îranê biparêzin

Li gorî rapora berbanga Çarşemiyê ya IRNAyê, Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirîniyê bi gotina vê yekê ku beşdarên li vê civînê li bara biryara Azmerîkayê ya derketina ji Lihevkirina Atomî mixabibniya xwe diyar kirine, got: Aliyên ewropî yên Hevhatina navokî ya digel Îranê careka din li ser sozdariya xwe derheqê vê lihevkirinê pêgirî kiirne.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê li gotinên xwe behrewergirtina Îrqanê ji berjewendiyên Lihevkirina Atomî pêwîst da zanîn û got: Li gotûbêjên pêşerojê dê li bara rêkara vê yekê gotûbêj were kirin.

Mogirîniyê Lihevkirina Atomî ya digel Îranê ji bo ewlehiya cîhan û navçeyê bingehîn da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf Sêşemiyê bi şev û di dewama pêspartiya xwe ji bo parastina Lihevkiirna Atomî, li broksêlê digel hevtayê xwe yên fransî, brîtanyayî û almanî û Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê gotûbêj kir.

Mihemed Cewad Zerîf li vê civîna pênc setî li ser çawaniya dewama cihanîna Lihevkirina Atomî û wergirtina garantiyên zelal û ron ji aliyên ewropî yên vê lihevkirinê muzakire kir.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê heftiya bihurî bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyamam ji sê heta 6 mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî jî piştî ragihandina derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî bi gotina vê yekê ku ferman daye Wezareta karên derve ya Îranê di heyama çend gheftiyên tê da bi welatên ewropî, Rûsiye û Çînê ra muzakire bike, got: Heke berjewendiyên gelê Îranê bên dabînkirin, tevî dijayetiya Amerîka û Rêjîma Siyonîst, dê Komara Îslamî ya Îranê li nav Lihevkirina Atomî bimîne.