May 15, 2018 18:53 Asia/Tehran
  • Dewleta Parîsê û şîrketên fransî dijî boykotên Amerîkayê alî hev dikin

Sernivîskarê Rojnama Guardian a Ingilîsê ragihand ku dewleta Parîsê û şîrketên fransî li hemberê boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê alîkarîya hev dikin.

Patrîk Wîntor sernivîskarê Rojnama Guradianê got ku wezîrên darayî û karên derve yên Fransayê bi 60 şîrketên fransî yên çalak li Îranê re têkildarî hûrgilîyên çawanîya parastina ticareta van şîrketana li hemberî boykotên bê yên Amerîkayê yên dijî Îranê hevkarîyê dikin.

Fransayê berî vîya ragihandibû ku gefkirina Amerîkayê li dijî şîrketên ewropî yên bi Îranê re ticaretê dikin û herwiha sepandina xeracê ser derfirotina pola û bafûnê bo Amerîkayê, ezmûnek ji bo Ewropayê ye ku bersiveke teqil jê ra pêwîst e.

Îro jî serokomarên Ûrsêt û Fransayê li peywendîya bi rêya telefonê, pêgirî li ser pêbendîya van du welatan li rêkeitnama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê kirin.

Rojnama Wall Street Jornal a Amerîkayê jî basa dewama hevkarîyên YE`yê digel Îranê di warê enerjîyê de tevî sepandina dubare ya boykotên Waşîngtonê dijî Têhranê, kir.