May 15, 2018 18:53 Asia/Tehran
  • Rayedarê pileberz ê Koreya Başûr: Jiçekkirina hêdî hêdî ya Koreya Bakur nayê pejirandin

Rawêjkarê taybet ê serokomarê Koreya Başûr li warê Ewlehiya Neteweyî destnîşan kir: Stratijiya hêdî hêdî ji bo jiçekiriina atomî ya Koreya Bakur nayê qebûlkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tasnim Newsê, Rawêjkarê taybet ê serokomarê Koreya Başûr li warê Ewlehiya Neteweyî, Mûn Çûng În (Moon Chung In) roja Sêşemiyê li Tokyoyê got: stratijiya hêdî hêdî ji bo jiekiirna atomî ya Koreya Bakur dê ji bo gelê Koreya Başûr û Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê neyê qebûlkirin.

Mûn Çûng În, Rawêjkarê taybet ê serokomarê Koreya Başûr li warê Ewlehiya Neteweyî her wiha destnîşan kir ku li bereberê hevdîtina navbera serokomarê Amerîkayê û Rêberê Koreya Bakur, kiryarên xwebexş ên Koreya Bakur ji bo jiçekirina atomî divê bi lezeka zêdetirê pêk bên.

Koreya Bakur dil heye sayta xwe ya ceribandinên atomî di rojên 23 heta 25ê Gulanê girêde.

Girêdana sayta atomî ya Koreya Bakur yekem encama civîna serokên du koreyan li gundê sînorî yê Panmûnjomê bû ku du aliyan li wir li bara valabûna navçeya Nîvgirana Koreyê ji çekên atomî, guherandina lihevkirinameya dawîanîna li şêrr bo Soznameya Aştiyê û bidawîanîna her cûre karê dijminane dijî hevdu, li hev kirin.