Mêrkêl cardinê wek serokwezîra Almanyayê hat bijartin
Bi dengê parlemana Almanyayê, serokwezîra vî welatî cardinê bo vê postê hat bijartin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Engêla Mêrkêl, îro çarşemiyê bi 364 dengên Erê yên parlemanê bo cara çaran bû serokwezîra Almanyayê.
Parlemana Almanyayê, îro ji bo bijartina Engêla Mêrkêl, serokwezîra vî welatî wek çarem seeokwezîra vî welatî civîn pêk anî.
Bijartina serokwezîra Almanyayê, tenê bi berbijarekî cih hat.
Ji ber sîstema partîtî û parlemaniya Almanyayê, partî pêştir li bara kivşkirina serokwezîr bi hev re li hev dikin û dengên neyînî yên pirtir yên partiyên dijber be ku di piranî nînin.
Hevalbendiya partiya muhafizekar ku pêk hatiye ji partiyên demokrat ên xiristiyanî û sosyal xiristiyanî û sosyal demokrat, mîna çar salên buhurî, dewleta hevalbendiya lmanyayê pêk tînin.
Hilbijartinên parlemanî yên Almanyyaê, 24 Îlona 2017an a zayînî, hat li dar xistin, Mêrkêlê hewl da ku bi partiyên lîberal û kesk civînê pêk bîne lê bi ser neket.
Serokwezîra Almanyayê, pişt re bi sosyal demokratan re li bara damezrandina dewletê li hev kir.