Adar 14, 2018 13:06 Asia/Tehran
  • Snowden: Seroka nû ya CIA endameke sereke ya bernama şkencê li Amerîkayê ye

Kontraktorê berê yê Ajansa Ewlekariya Neteweyî (NSA) ya Amerîkayê Edward Snowden duh êvarê got: Seroka nû ya Rêxistina Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Gina Haspel endameke sereke ya bernama şkencekirina bergumanên kiryarên terorîstî li Amerîkayê ye.

Snowden li twittera xwe de nivîsiye: Seroka yekem ya jin a CIA li despêka lîsteya wan rayedarên amerîkî cih digire ku xwestine bila belgeyên derbarê şkencekirinên neqanûnî ji nav biçin da ku ew nekevin destên Kongreya Amerîkayê.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh Gina Haspel wek seroka CIA bijart .Haspel dewsa serokê berê yê CIAyê Mike Pompeo hat bijartin.

Gina Haspel li sala 1985 tevlî CIAyê bû û li meha Sibata 2017 ji aliyê serokomarê Amerîkayê Donald Trump bû alîkara serokê CIAyê.