Adar 14, 2018 11:12 Asia/Tehran
  • Fîzîkvanê navdar Stephen Hawking jiyana xwe ji dest da

Fîzîkvanê navdar ê Îngîlîz Stephen Hawking di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Mirina fîzîkvanê navdar Stephen Hawking ji aliyê zarokên wî Lucy, Timothy û Robert ve hat ragihandin. Zarokên Hawkîng di daxuyaniya xwe de gotin: "Me bavê xwe yê dilovan winda kir. Em pir xemgîn in. Mirovekî zanist bû, xebat û mirata wî dê bi salan dewam bike."

Mirovê zanist Hawking bi xebatên xwe yên berfireh ên li ser qulên reş û fîzîka kuantumê dihat naskirin.

Stephen Hawking dema li Zanîngeha Cambridgeyê şagirt bû bi nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) ketibû û nikaribû organên laşê xwe bikar bîne, bi sîstemeke compîterê ku ji bo wî hatibû çêkirin pêwendî dikir.