Adar 13, 2018 17:22 Asia/Tehran
  • Trump, Tîlêrsonê wêde bir

Serokomarê Amerîkayê wezîrê karên derve yê vî welatî wêde bir û jinek jî wek seroka CIA`yê kifş kir.

Li gorî rapora Sky News`ê, Donald Trump serokomarê Amerîkayê îro Rêks Tîlêrson ji posta wezareta karên derve wêde bir.

Trump, Mayk Pompêo serokê CIA`yê danî dewsa Tîlêrson.

Serokomarê Amerîkayê ji hêla din ve Cîyana Haysil wek seroka CIA`yê kivş kir. Ew yekem jineke e ku ji bo vê postê tê kivşkirin.