Pûtîn: Em ê ti carî Kirîmeyê nedine Okraynê
Serokkomarê Rûsiyê raghand ku ev welata dê tu carî Kirîmê radestî Okraynê neke.
Viladîmîr Pûtîn, serokkomarê Rûsiyê li hevpeyvîna bi televîzyona Rûsiye 1`ê got ku Rûsiye dê ti carî nîvgrava Krîmê radestî Okraynê neke û ev yeka nemumkin e .
Serokkomarê Rûsiyê her wiha got: Riyek ji bo radestkirina Krîmê tine û ti carî ev yeka naqewme.
Gotinên Pûtîn, heftiyek beriya hilbijartinên serokkomariya Rûsiyê û li hevpeyvînekê ket rojevê.
Eva di rewşekê de ye Yekitiya Ewrûpayê li bara alûgurên rojhilata Okraynê û nîvgirava Krîmê hin boykot i dijî Moakowayê cih anîn.
Nîvgirava Krîmê sala 2014`an , piştî lidarxistina giştpisiyê bi awayekî yekalî ji Okraynê xweseriya xwe raghand û daxwaza tevlîbûna li Rûsiyê da ku rayedarên Rûsiyê bi îmzekirina peymanekê tevlîbûna wê nav Rûsiyê piştrast kirin.