Adar 12, 2018 17:50 Asia/Tehran
  •  Pêngavên  bibandor ên Îranê ji bo rawestana li ber terorîzmê li navçê

Karzan û analîzora siyasî ya Rûsiyê, pêngavên Îranê ji bo rawestana li ber terorîzmê li navçê kêrhatî û giring dan zanîn.

 Îrîna  Feodora karzana  pilebilind  a Enêstîtoya rojhilatnasiyê ya Akademiya  Zanistên  Rûsiyê, roja duşemiyê li gotûbêja  bi IRNA`yê re got: Rawestana  Îranê li hember terorîzmê bi ya ku  Emerîka li vî warî îdia dike,  pir cuda ye û Têhran li vî warî bi sedaqet reftarê dike.

 Vê karzana rûs her wiha got: Îranê li warê rawestana li ber  terorîzmê bi sedaqet reftar kiriye û hêz û îmkanata xwe bo vê yekê terxan kiriye.

 Li gorî gotina vê karzana rûs, Îran li alîkariyên misteşarî bo dewletên  Iraq û Sûriyê tenê dabînkirina ewlehiya van welatan kiriye armanc û  tima li  welatê wan nekirye.

 Îrîna  Feodora karzana  pilebilind  a Enêstîtoya rojhilatnasiyê ya akademiya  zanistên  Rûsiyê her wiha diyar kir: Îdiayên  Emerîkayê li warê rawestan û serkutkirina  komên terorîstî ne li gor  kiryara hêzên vî welatî li Iraq û Sûriyê ye.

 Wê destnîşan kir ku hêzên  emerîkî û hevpeymanên  vî welatî li Iraq û Sûriyê nepenî û eşkere bi terorîstan re  di têkiliyê de ne  û alîkariyên  tidarekat û çek û sîlehê raberî wan dikin.