Adar 12, 2018 10:49 Asia/Tehran
  • Li dijî cihê mayîna sefîrê Îranê li Viyenê êrişek pêk hat

Navenda Polîsên Otrîşê ragihand ku kesekî bi kêrê êrişî zêrevanê cihê mayîna sefîrê Îranê li Viyenê kir.

Li gorî rapora PressTV`yê, Hirald Moêrêz berdevkê polîsên Otrîşê li Vîyenê ragihand ku ev êrişa şeva buhurî li nêzîkî cihê mayîna sefîrê Îranê pêk hat û kesê êrişkir mêrekî 26 salî û otrîşî bû ku bi gullê hat kuştinê.

Moêrêz herwiha got: Polîsê zêrevanê cihê mayîna sefîrê Îranê li Vîyenê destpêkê gaza bîberê ji bo sekinîna li hemberî mêrê êrişkir bi kar anî û paşê neçar ma ku wî bide ber gullê.

Berdevkê polîsên Otrîşê herwiha ragihand ku li gorî dîmenên seretayî, polîsê nobedarê cihê mayîna sefîrê Îranê li Vîyenê li gorî qanûnê pêngav rakirîye.

Li gorî fermana polîsan, tivdîrên derdora balyozxanên li bajarê Vîyenê hatine şidandinê.