17 kuştî li encama gulleavêtina li xwendingeha Florîdayê ya Emerîkayê
Piştî gulleavêtina bikuj li xwendingeheke eyaleta Florîdayê ya Emerîkayê, herîkêm 17 kes hatin kuştin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, polîsê Florîdayê vê sibê raghand ku sebebkarê gulleavêtina li lîseya Stonmen Daglasê ya bajarê Paraklendê ya Florîdaya Başûr, ciwanekî 19 salî bi navê Nîkols Kiroz e ku midehek berî niha ji ber pirsgirêka reftarî ji xwendingehê hatibû derxistin.
Rayedarên nexweşxanên eyaleta Florîdayê heya niha mirina 17 kesan li vê bûyerê piştrast kirine û raghandine ku halê hin birîndarên vê bûyerê xirab e.
Hejmara birîndarên lîseya Stonmen Daglas a Florîdayê li gor rayedarên nexweşxanên vî bajarî navbera 20 heya 50 kesî hatiye ragahndin.
Li gorî rapora polîs, sebebkarê gulleavêtina lîseya bajarê Parklendê ya Florîdayê ku gelek çek û sîleh di destê wî de hebûne, gulleveêtin ji dervey xwendingehê destpê kiriye û piştî wê ketiye nava xwendingehê û êriş kiriye ser xwendevanan.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê ku bi xwe yek ji alîgirên sereke yên xwedîçekên li Emerîkayê ye, wek berteka li hember gulleavêtina bikuj a lîseya Stonmend Daglasê di twîtera xwe de nivîsî: "Nabe tu kes li xwendingehên Emerîkayê hest bi bêewlehiyê bike".