Sibat 14, 2018 08:53 Asia/Tehran
  • Macron: Eger îspat bibe Şamê ji çek û sîlahên kîmyayî îstifade kiribe, em êrişî ser Sûriyê dikin

Serokkomarê Fransayê duh sêşemê got: Eger îspat bibe Şamê ji çek û sîlahên kîmyayî îstifade kiribe, em êrişî ser Sûriyê dikin.

Li gor rapora ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Emanoêl Macron serokkomarê Fransayê li vî halî ragihand ku heta niha tu şehedî li ber dest da nîne ku dewleta Sûriyê ji çek û sîlahên kîmyavî îstifade kiribe.

Macron li paytext Parîsê ji rojnamevanan re axivî û got, "Xeta me ya sor a li hemberî çekên kîmyewî diyar e û eger îspat bibe dewleta Şamê ji çekên kîmyavî istifade kiribe em êrişî ser dewleta Şamê dikin."

Macron wiha pê de çû: "Niha îstixbarata me û hêzên me yên çekdar hîn tesbît nekirine ku çekên kîmyewî li dijî sivîlan hatine bikaranîn. Heger delîlekî peyde bikin, dê Fransa êrîşî ser wan deverên çekên kîmyewî tên hiberandin bike."

Macron herwiha behsa hevdîtina xwe ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn kir û da zanîn ku wî ji Pûtîn xwestiye, "Ew rejîma Sûriyê ya ku dibêje, wan çekên kîmyewî bikar neaniye dişopînin."

Florence Parly wezîrê berevaniya Fransayê jî roja îniya bihurî ragihand ku heta niha tu belgeyek li ber dest da nîne ku nîşan bide Şamê ji çek û sîlahên kîmyavî istifade kiribe.

Li êrişa bi şik û guman a sêşemiya 4`ê Nîsana 2017`an ser navça Xan Şêxûnê li başûra Idlibê zêde ji 100 kes hatine kuştin û nîzikî 400 kes jî birîbdar bûn.

Piştî rûdawa bi şik û guman a Xan Şêxûnê bereya Erebî-Rojavayî ya piştevanê terorîstan bi serokatiya Amerîkayê xebitî wisa nîşan bide ku ev êrişa karê dewleta Sûriyê ye, eva li halekî ye ku dewleta Şamê ev tawana bi tundî ret kir.

Veladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê li gotûbêja xwe ya duh sêşemê tev rojnama Lu-Fîgaroya Firansayê destnîşan kir; Tu belgeyek li ber dest da tune ku nîşan bide dewleta Şamê li Xan Şêxûnê çek û sîlahên kîmyavî bi kar anîne.

Pûtîn destnîşan kir: Hemû îdiayên ku li vê barê dijî dewleta Şamê tên kirin, bêbelge ne.