Sibat 13, 2018 13:30 Asia/Tehran
  • Serokê Koreya Bakur xwest ku bila muzakireya du koreyan berdewam bike

Serokê Dewleta Koreya Bakur piştî hevdîtina desteya dîplomatîk a vî welatî û rayedarên koreya Başûr ku hevdemê olîmpîka Zivistanê li Koreya Başûr pêk hat, xwest ku bila muzakireya du koreyan berdewam bike.

Li gor nûçeya Reutersê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un vê sibehê piştî vegerîna desteya dîplomatîk a vî welatî ji Koreya Başûr li hevdîtina vê desteya dîplomatîk got: Zêdekirina dost û aşitiyê û berdewamkirina muzakireyê di navbera du koryan ji me re pir girîng e.

Kim Jong-un herwiha derheq hevdîtina desteya dîplomatîk a Koreya Bakur û rayedarên koreya Başûr li dema olîmpîka Zivistanê ya li Koreya Başûr razîbûna xwe diyar kir û got: Xebatên ku Seulê ji bo birêketina vê hevdîtinê pêkaniye bi qedr û berbiçav in.

Vê dawiyê hevdemê Lîstikên Olîmpiyata Zivistanê ya 23yem yên ku li bajarê Pyeong Changê ya Koreya Başûr birêveçûn û navê ‘lîstikên aşitiyê li wan hate kirin'. Piştî ku werzîşvanên Koreya Başûr û Koreya Bakur di merasîma destpêkê de li bin alayekê de meşiyan û tîmeke hevpar ava kir, Desteyeke dîplomatîk bi serokatiya xwîşka Serokê Dewleta Koreya Bakur bi rayedarên Koreya Başûr bi taybet bi serokê vî welatî re hevdîtin pêk anî û hat ragihandin ku wê peyamek ji aliyê birayê xwe daye Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in ku têda jê hatiye xwetin serdana  Pyongyangê bike. Herwiha Koriya bakur hêvîdariya xwe diyar kiriye ku yekitiya du Koreyan serê xwe bigire.

Rayedarên Koreya başûr jî derfeta pêk hatî ji bo gotûbêja bi desteya dîplomatîk a Korya Bakur re ser mesela atomî ya vî welatî, derfeteke bê mînak û girîng da zanînê.

Li vê navberê de wezîrê derve yê Koriya Bakur Rî Yûng Ho ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku bona çêtirbûna pêwendiyên du Koreyan û çareseriya krîza Nîvgirava Koreyê çi ji destê wê tê bike.

Wezîrê derve yê Koriya Bakur şeva înê ji NY xwest piştgiriyê bide baştirbûna pêwendiyên du Koreyan û Tedbîqata leşkarî ya Koreya Başûr û Amerîkayê ku dibe sedema xirabûna pêwendiyên du Koreyan şermezar bike.