Moskowayê bernameyên eskerî yên Emerîkayê li derdora Rûsiyê rexne kirin
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê bernameyên eskerî yên Emerîkayê li derdora axa sereke ya welatê xwe, weke gefekê li dijî Moskowayê da zanîn.
Sergeyî Lavrof wezîrê karên derveyê Rûsiyê li gotûbêja bi kanala setelaytê ya Rûsiya 1`ê re got ku bicihkirina sîstemên li dijî mûşekî yên Emerîkayê bi mehna çekên navokî yên Koreya bakurî li axa Koreya başûrî û Japonyayê bi curekê dorpêça Rûsiyê tê hesabê.
Lavrof li bara mesela navokî ya Koreya bakurî got: Ev meseleya pir bi talûke ye ne ji ber êrişa navokî belkî ji ber ku bûye mehneyek ji bo berfirehkirina hizûra eskerî ya nepêkan a Emerîkayê li navçê.
Vêladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê jî pêştir gotibû ku sîstema li dijî mûşekî ya Emerîkayê li Alaskayê û Koreya başûrî, pirsgirêkek ji bo Rûsiyê tê hesabê.
Pûtîn teqez kir ku dema ku xelk li halê xurtkirina hêzên xwe yên eskerî li sînorên Rûsiyê li Ewrûpa û rojhilata dûr de ne, ev welata nikare hema wisa bêdeng bimîne.
Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê vê adwiyê eşkere kiriye ku beşdriya hêzên NATO`yê li sînorên Rûsiyê li 10 salên buhurî, sê beramber û li sînorên rojava Rûsiyê heşt beramber bûye.