Sibat 12, 2018 16:57 Asia/Tehran
  • Babetên derveyî exlaqê, sedema dijwarbûna nakokîyan li Qesra Sipî

Rojnama New York Times`ê nivîsî ku riswatîyên exlaqî bûne sedema dijwarbûna nakokîyan li Qesra Sipî.

Vê rojnama amerîkî nivîsî ku bi dû aşkirabûna karên derveyî exlaqê yên Rob Portêr yek ji rayedarên nivîsgeha Donald Trump serokomarê Amerîkayê gêre li Qesra Sipî gur bûne.

Li vê raporê hatîye, ji destpêka karkirina Can F Kêlî (John F. Kelly) wek serokê karmendên Qesra Sipî di sala 2017`ê ve, hewil hatibû dayîn ku ev nakokî û gêre bên nuxumandin.

Rojnama New York Times`ê nivîsî ku Trump dewsa ku bide ber dilê her du hevserên berê yên Portêr ku hatibûn azirandinê, bû şirîkê xema kesê tawanbar.

Portêr bi azirandina hevserên xwe û sûdwergirtina narewa ji wan hatîye tawanbarkirinê.

Çavdêr dibêjin ku wêdeçûna rayedarên dewleta Trump ku bûye meseleyeke asayî, encama sîyasetên işkestxwarî yên wî di warê birêvebirina Qesra Sipî û dewleta Amerîkayê de ye.