Sibat 12, 2018 11:05 Asia/Tehran
  • Trump:

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Yekşemiyê careka din got ku "Lihevkirina Navokî, Lihevkirina herî xerab e".

Li gorî rapora IRIB Newsê, trump pêştir berovajiya helwêstên aliyên din ên Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar (Brîtanya, Amerîka, Çîn, Fransa, Rûsiye û Almanya), ev lihevkirina wek Lihevkirineka bi Xuf û xeterr dabû zanîn.

Serokomarê Amerîkayê bi vê îdiayê ku ev lihevkirin tenê xêr û qazancê digihîne Îranê, dixwaze naveroka Lihevkirina Navokî biguherîne û heke bikare wê betal bike.

Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînîyê û aliyên din ên Lihevkirina Navokî bi caran tevî pêgiirya li ser vê yekê ku Lihevkirina Navokî ya civaka navneteweyî ye, bi bîr xistine ku ev lihevkirin, lihevkirinek nîne ku dualî be û aliyek bikare têda guhertinan pêk bîne.

Donald Trump li hevpeyîvîna bi rojnameya siyonîstî ya "Israîl Hiyûm"ê her wiha ji biryara xwe ya vê dawiyê derheq bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst berevanî kir û got: "waşîngton hertim li tenişta Israîlê ye".

Serokomarê Amerîkayê her wiha got ku nema ji biryara xwe ya derheq Qudsê pûşman pûşman e û dê nebe jî.

Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 6ê Kanûna 2017an tevî hebûna dijayetiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî, ragihand: "Waşîngton Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike".