Ketina balafirekeî Rêwiyan a Rûsiyayê
Balafireke rêwiyan a Rûsiyayê ji cureya Antonov An-148 bi 71 misafiran piştî rabûna ji Balafirgeha Domodedovo ya paytexta Rûsya Moskowê kete erdê.
Li gor rapora ajansa nûçeyan a Înterfaksê, Balafira ku ji Balafirgeha Domodedovo ya paytexta Rûsya Moskowê tevî 71 rêwiyan rabû ji radarê derket û winda bû. Hat ragihandin ku balafir piştî ji awira radarê derketiye li bajarê Ramenskiyê ketiye.
Rêveberiya Rewşên Lezgîn a Moskowê ragihand ku balafira kompaniya Rêhewaya Saratov a cure Antonov An-148 dibe ku li bajarê Ramenskiy ketibe.
Rêveberiyê Rêhewayê herwiha da xuyakirin ku tîmên hawarçûnê dest bi lêgerînê kirine.
Çavkaniyeke ji Balafirgeha Domodedovayê jî da xuyakirin, balafira ku sefera Moskow-Orskê dikir, piştî ku rabûye bi 2 deqîqan ji ber radarê winda bûye û cihê ku lê ketiye jî hatiye tesbîtkirin.
Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê ragihand ku tîmên hawarçûnê gihîştine ser enqaza balafira ku li dorûbera gundê Stepanaskoyê ya herêma Ramenskiyê ketiye.
Herwiha hat diyarkirin ku 34 maşîne û tîmeke 167 kesî dest bi xebatê kirine.