Sibat 10, 2018 21:22 Asia/Tehran
  • Sênatorê ûris: Moskova dê nekeve davika liv û tevgerên Amerîkayê yên li Sûriyê

Rayedarekî parlimanî yê ûris got: Şerxweziyên Amerîkayê yên li Sûriyê, bona derbelêdana li hitbara Vladimîr Pûtîn, bereberê hilbijartinên serokomarîya Rûsyê ne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Nowêstî ya Rûsyê, Vîktor Bondarov, serokê Komîteya Berevanî û Ewlehiyê ya Konseya Federasyona Rûsyê, ragihand, Amerîka bi hewldana ji bo dewama şerrê leşkerî li axa Sûriyê, dixwest ku Rûsyê derxe pêşberî beşdarên din ên li mijara çareserkirina rewşa Sûriyê, lê serokên leşkerî û siyasî yên wî welatî, neketin davika van liv û tevgeran.

Bondarov, destnîşan kir: Amerîka hemî îmkanên xwe bi kar tîne ta ku şerrê navxweyî yê li Sûriyê bidomîne. Terorîstên ku li vî welatî mane jî teyar dike û çekan û ji wan çekên nûjen dide ber destê wan.

Sênatorê payebilind ê ûris, destnîşan kir, armanca sereke ya amerîkiyan ji bo gurrkirina dubare ya agirê şerrê li Sûriyê, eva ye ku derbê li hitbara Vladimîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê ku li dawiya Kanûna sala buhurî, şikesta DAIŞ`ê li Sûriyê ragihandibû, bidin û bereberê hilbijartinên li Rûsyê, wî kesekî xirab bidin nîşandan.

Hilbijartinên serokkomartiya Rûsyê, wê di18 meha Adara 2018`an de bên lidarxistin.

Vladimîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê, eva cara çaran e ku bûye berbijar û tê payîn ku li vê hilbijartinê ser keve.