Sibat 10, 2018 15:34 Asia/Tehran
  • Serokê Koreya Bakur, serokê Koreya Başûr vexwend welatê xwe

Kim Yo-jong, xwîşka Serokê Dewleta Koreya Bakur ku ji bo olîmpiyatan li Koreya Başûr e, ji Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in re daweta birayê xwe ya ji bo Pyongyangê pêşkeş kir.

Lîstikên Olîmpiyata Zivistanê ya 23yem yên ku li bajarê Pyeong Chang yê Koreya Başûr tên birêvebirin, wek ‘lîstikên aşitiyê' tên zanîn. Piştî ku werzîşvanên Koreya Başûr û Koreya Bakur di merasîma destpêkê de li bin alayekê de meşiyan û tîmeke hevpar ava kir, ji Koreya Bakur bo Koreya Başûr daweteke hat.

Ajansa Yonhapê ya Koreya Başûr ragihand ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in dawetê Pyongyangê kiriye.

Herwisa xwîşka serokê dewleta Koreya Bakur Kim Yo-jong û serokê dewleta Koreya Başûr Moon li bajarê Seulê yê paytexta Koreya Başû li Qesra Serokatiyê ya Şîn hatin cem hevdu.