Çile 14, 2018 12:52 Asia/Tehran
  • Mogirînî: ``Rêketina navokî ji bo ewlehiya Ewrûpa û Cîhanê pêwîst e``

Berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê li tora xwe ya civakî li gotûbêjên xwe tev wezîrê karên derve yê Îran, Fransa, Ingilîz û Alman bona parastina rêketina navokî xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mehr News`ê, Fêdêrîka Mogêrînîyê, berpirsa sîayseta derve ya Yeketiya Ewrûpa duh şemiyê li tora xwe ya civakî nivîsî ku wê û wezîrê karên derve yê Îranê, Ingilîz, Fransa û Almanyayê gotûbêjên berfireh li ser çawaniya parastina rêketina navokî hebûye.

Fêdêrîka Mogêrînîyê li vê barê nivîsî; ``Roja pêncşemê ez serokê civînekê li Brûksilê bûm ku ev civîna bi pişkdariya Zerîf wezîrê karên derve yê Îran`ê, Jan Lodiriyan wezîrê karên derve yê Fransayê, Borîs Canson wezîrê karên derve yê Ingilîz`ê û Zîgmar Gabriyêl wezîrê karên derve yê Almanyayê pişkdarî vê civînê bûn û li ser dewama rêketina navokî hate axivtin``.

Berpirsa sîyaseta derveyî ya YE`yê ragihand ku ev rêketina bi tesîr bûye û ajansa navnetewî ya enirjiya atomî heta niha 9 caran pêbendiya Îranê bi vê rêketinê teyîd kiriye û ev rêketina ji bo parastina ewlehiya Ewrûpa û cîhanê pêwîst e.

Mogirînîyê pêştir ragihandibû ku , ``Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîya Atomê (IAEA) li 9 raporan pêbendîya Îranê li rêketinama navokî erê kirîye û bernama navokî ya Îranê tam biaştî ye û ev yekitîya li komxebata rêketinama navokî jî pêgirîyê li ser vê meseleyê dike``.

Berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê bi pêgirîya ser vê yekê ku rêketinama navokî rêketinameyeke navnetewî û çendnetewî ye ku ji bo ewlehîya navçê û Ewropayê pêwîst e, got: ``YEyê micid e ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê wek babteke kilîdî li berbelevnebûna çekên navokî l iasta navnetewî biparêze``.

Civîna hevpar a Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê digel Fêdêrîka mogêrînî berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê û Zîgmar Gabrîyêl, Borîs Canson û Jan Yêvs Lodêrîyan wezîrên karên derve yên Alman, Birîtanya û Fransayê ji bo hilkolandina alûgurên herî dawîyê yên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê pêncşemiya bihurî li avahîya YE`yê li Birûksêlê hat lidarxistin.