Çile 13, 2018 17:59 Asia/Tehran
  • Xwesteka Lîbiyê ji Konseya Ewlehiyê bona hilkolandina piştgîriya Tirkiyê ji terorîstên li vî welatî

Li dû sekinandina gemya Tirkiyê li ser rêya Lîbiyê ku hilgira madeyên teqandinê bû, Komîteya Neteweyî ya Mafên Mirovan a vî welatî ji Konseya Ewlehiyê ya NY xwest mijara raberkirina çekan bo komên tundrê û terorîstên li Lîbiyê ji aliyê Tirkiyê ve hilkolîne.

Li gorî rapora ISNA`yê, Komîteya Neteweyî ya Mafên Mirovan a Lîbiyê ragihand alûgorên herî dawîn ên bûyera sekinandina gemiya Tirkiyê ya ser navê Andiromoda`yê bi hejmara 29`an ji aliyê Garda Peravî ya Yewnanistanê ve dişopîne, ev gemiya hilgira madeyên çêkirê madeyên teqandinê û alavên wê li ser rêya xwe ya ji Tirkiyê bo Lîbyayê ber bi Bendera Mêsratê ve bû.

Komîteya Neteweyî ya Mafên Mirovan a Lîbiyê, bi tundî ev bûyera şermezar kir û ji Komîteya Navneteweyî ya Boykotê, Komîteya Karzanên Navneteweyî yên Konseya Ewlehiyê û Nivîsgeha Komîsaryaya Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî xwestin li gorî biryarnama Konseya Ewlehiyê ya li ser qedexeya çandina çekan bo Lîbyayê û cihanîna hin kiryarên navneteweyî li hember sebebkarên pêkanîna bê ewlehîtî û istiqrarê li vî welatî, hin lêkolînên navneteweyî yên giştalî li bara vê mijarê û dûhatên wê destpê bikin û serkaniya derhat û dabînkirina bûca van komên terorîst hilkolînin.

Komîteya Neteweyî ya Mafên Mirovan a Lîbiyê destnîşan kir, Tirkiye di serê van welatan da ye ku xwe têkilî karûbarên navxweyî yên Tirkiyê dikin û herwiha yek ji welatên herî sereke yên piştgirê pevçûn û şerrên bi çekan li vî welatî bi rêya piştgîriya komên tundrê û van aliyên siyasî ye ku siyaseta şidetê dane ber xwe.